Mekanîzmaya çalakiya mRNA

Vaksîneya COMIRNATY® çawa dixebite?

  • Vaksîneya BioNTech navendek e ku nusxeyek çêkirî ya beşek ji genomê ye SARS-CoV-2 ê ye.
  • Di vê vaksîneyê de ti vîrusek biyolojîkî çalak an beşek vîrusê ya vegirtî tune û nikare bibe sedema tûşîbûnê.
  • Di vê vaksîneyê de tenê nusxeyek ji nexşeya proteîna ne-enfeksiyonî ya qalikê vîrûsê (oşî protein) heye. Ev kopiyek nexşeyê ye, heman peyamgehana asîd ribonukleîk (mRNA) e. Ku jî ne enfeksiyon e. Bi alîkariya wan, laş dikare tenê proteîna oşî yê ne-enfeksiyon hilberîne. Leş vê proteînê bikar tîne da ku bi navgîniya antîbodan û şaneyên bîranînê bersiva parastinê dijî SARS-CoV-2 biafirîne.

Rola mRNA di laşê mirovan de

mRNA Ew bi xwezayî di şaneyên me de heye û di laşê mirovan de erkek taybetî pêk tîne.

Bi gotinek hêsan, her mRNA hundirza kopiyek ji beşek taybetî ya materyalê genetîkî ye. Di heman demê de ew wekî nexşeyek kopî ya nexşeyên proteînan jî tevdigere, û agahiyan ji navika şaneyê digihîne nebatên hilberîna proteînan (ribosom) ên di şaneyê de.
 

Hûrguliyên vê wiha ne:
 

Hema hemî şaneyên di laşê me de xwedan navik in. Asîta deoksîrîbononukleîk (madeya genetîkî) an DNA li her derê heye. Di vê madeyê de hemî agahdariyên di derbarê avahî û fonksiyona laşê me, bi taybet nexşeya hilberîna proteîn jî hene. Lê ji bo hilberîna proteînê, agahdariyên ji DNA divê di pêşî de ji guhertoya geroka nexşeya proteîn anko mRNA re biguhere. Di laşî de gelek proteîn hene. Bi taybet ji bo hilberîna hucreyên nû hewce ne. Mişk, hestî û por bi piranî ji proteînan pêk tên.
 

Eger laşê me proteîn çê bike, ev li gorî gavên jêrîn tête kirin:

Şaneyek ji navokek, rîbozom (an jî bi navê fabrîkayên proteînan), sîtosol (ava şaneyê) û ji qalikê şaneyê (dapûşa şaneyê) pêk tê.

Rîbozom dikarin mRNA ku kopiya agahiyên DNA ye bixwîne. Rîbozom ji bo çêkirina proteînan ev rêwerzên montajê bikar tîne.

 

DNA di nav navika şaneyê de cih digire.

Ji bo ku laş proteînê çêbike, dibe destpêkê nexşe hebe. Agahdariyên nexşeyê di DNA a navoka şaneyê de cîh dibe.

Beşek ji têla DNA ku tê de ev agahdarî hene tête kopî kirin.

Agahdariyên proteîniyê DNA li ser kopiyek ARN ku ji re mRNA tê gotin tête veguhastin: m kurteya peyamnêrê ye û mRNA kurteya asîdê ribonukleîk e.

Agahdariyên di derbarê proteîna ku qirare bê çêkirin bi rewşa mRNA ji navika şaneyê ser sîtosol, anku ava şaneyê re tê veguheztin.
 

Ji ber vê yekê mRNA ji koka xwe anku navika şaneyê, diçin devera hilberîna proteînan anku ribosoman.

Agahdariyên ku di nusxeya nexşeyê de hene, anku mRNA ji aliyê ribosomê ve tête nas kirin û li zincîrên proteîn ên têkildar wergerîn dike.
 

Bi vî rengî, laşê mirovî proteînên xwe çê dike.

Di dawiyê de, mRNA dişkê û hil diweşe. Niha her yek ji pêkhateyan mRNA yê berê dîsa ji bo afirandina mRNA yek nû dikeve nava laşî de.

Rola mRNA ya heyî di vaksînê de

Dema ku vaksîna mRNA tê bikaranîn, leş talîmatan werdigire ji bo hilberîna proteînek vîrusê ya taybetî, ne-enfeksiyon ku ji aliyê laş ve wekî madeyek biyanî tête hesibandin.

Ev proteîna mîna oşî li ser rûyê korona vîrûsa nû jî tê dîtin. Ji vê proteînê re ji ber xuyangiya vê proteîna oşî tê gotin.

Ev proteîn bixwe di vaksînê de nîne, lê piştî vaksîneyê tenê di şaneyên laş bixwe de tê hilberandin. Ev kar pergala ewehiya parastina leşî ji bo bertekê bi bandor dike. Bi vî rengî şaneyên bîr û antîbodiyan li dijî proteîna vîrusê û wusa jî li dijî SARS-CoV-2 diaferîne.

Proteînên vîrusî yên ku ji aliyê laş ve têne çêkirin enfeksiyonî nînin. Lêbelê, proteînek weha taybetmendiyeke SARS-CoV-2 ê ye. Ji ber vê yekê, hebûna vê beşa qalikê vîrusê bes e ku pergala parastinê çalak bike û parastina bi vaksîneyê li dijî COVID-19 çê bike.

Piştî vaksîneyê, mRNA ji derve dikeve şaneyê. Ev made rasterast ava şaneyê diçe nav ribosome, ku jê re hilberîna proteîn, tê gotin. Anku, ew nakeve nav navika şaneyê.

mRNA dikeve ribosomê, anku karxaneya hilberîna proteîn.

Ev agahdarî ji ribosomê tê xwendin û li zincîrên proteîn tê wergerandin.

Zincîrên proteînan dibin proteînên oşî yên tevahî. Ev proteînên mîna oşî, ku li ser rûyê vîrusa nû ya korona jî têne dîtin, ji ber xuyangiya wan nav lê kirin. Di gava pêş de, proteînên oşî ji şaneyê têne derxistin.

Niha sîstema parastinê bi bersîvek parastinê, anku bi antîbodên taybetî û şaneyên bîranînê yên li dijî vîrûsa korona nû, li proteîna oşî ya derveza re bertek dide. Antîbîd molekulên proteîn in ku şaneyên parastinê li djî sebebên nexweşîza pêk tînin, lê şaneyên bîranînê, bîranîna pergala parastina leşî li ser têkiliya yekem bi patojenekê ye. Gava ku leşa kesê vaksînebûyî bi vîrûsa koronaya nû re bikeve, pergala parastina wî bi gelemperî dikare zû bertekê nîşan bide ku pêşî li tûşîbûnê bigire.

Vaksînekirin dikare li pirraniya kesên vaksînebûyî, li dijî COVID-19 parastinek bi bandor radest bike.

Kurtasiya mRNA

mRNA ya leşî bixwe û mRNA navendî çavkaniyên cuda hene. Lêbelê, herdu formên mRNA erkdarin ku agahdariyên xwe bikar bînin da ku çêkirina proteînê gengaz bibe.

 mRNA a leşî bixwemRNA a di vaksîneyê de
DestpêkirinNormal; Ji DNA ya navoka şaneyê dest pê dikeNavînî; Di laboratuarê de wekî nusxeyek ji nimûneya DNA
veguheztinJi navikê ber bi sîtoplazmayê veBêyî gihîştina navokiya şaneyê, bi rêya vaksîneya derveyî şaneyê digihîje sîtoplazmayê
XeabatXwandina nexşeya proteîna ribosomêXwandina nexşeya proteîna ribosomê
ArmancHilberandina proteîn li gorî nexşeya ji aliyê rîbozoman û paşê radestkirina mRNAHilberandina proteîn li gorî nexşeya ji aliyê rîbozoman û paşê radestkirina mRNA

2 car vaksîne pêwîst e:

Vaksîne di komek 2 dozan de pêk tê. Tête pêşniyar kirin ku doza duyemîn 3 hefte piştî doza yekem bê dayîn. Baştirîn dema parastina vaksîneyê ya tê hêvî kirin ji 7 rojan piştî doza duyemîn a vaksîneyê ye.