Lêkolînên zanistî li Çînê derketina vîrûseke nû ragihand.
Zincîreya jenetîkî (genetîkî) ya SARS-CoV-2'yê hatiye belavkirin.
BioNTech'ê projeya Lightspeed'ê ji bo pêşvebirina vaksîneyê li dijî KOVÎD-19ê dest pê kir. Bi van namzetên vaksînê yên cihêreng bijartin û xebatên pêşîn ên ne-klînîkî pêk hatin.
BioNTech, Pfizer û 'Fosun Pharma'yê biryar da ku ji bo çêkirina vaksînekê li ser bingeha mRNA'yê û li dijî COVID-19'ê hevkarî û bazirganî bikin.
Enstîtuya Paul Ehrlich, desthilatdarê çavdêrê erêkirinê ya Almanyayê, destpêkirina ceribandina klînîkî ya yekem ji aliyê bernameya vaksîneya BioNTech'ê bi armanca bijartina ji nav 4 namzetên vaksînê yên cihêreng, 'BioNTech' erê kir ku dozek kêrhatî bibîne.
Beşdarê yekem di lêkolînê de bi vaksîna namzeta mRNA BioNTech'ê hate vaksînekirin.
Gelek lêkolînên klînîkî yên bi zêdetirî 44,000 beşdaran li bêtirî ji 150 cihan li Amerîka, Almanya, Brezîlya, û Arjantînê ji bo ku vaksînê biceribînin û ji bo testkirina parastina li dijî SARS-CoV-2'ê pêk hatin. Li Çînê lêkolîn hatin destpêkirin.
Daneyên ku ji bo erêkirinê hewce ne bi dest hatin. Daxwazên destpêkê ji bo nimûne ji Rêveberiya Xwarin û Derman a Amerîkayê û Ajansa Dermanên Ewropî re hatin şandin. Pêşniyarên din ên birêkûpêk li seranserî cîhanê, bi taybet li Brîtanya, Austuralya, Kanada û Japonê jî hatine destpêkirin.
Brîtanyayê destûra awarte ya yekem li cîhanê derxist.
Ajansa Çavdêriya Amerîkayê ji bo kesên 16 salî û mezintir, vaksîneya bilez û awarte erê kir.
Vaksîneyê ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê destûreke kirrîna bi şert wergirt. Ev lîsans li her 27 welatên endamên YE'yê derbasdar e.
Li binkeya nû ya BioNTech'ê li Marburgê, anku li Hess'ê, hilberîna mRNA'yê ya ku ji bo vaksînê pêwîst dike, dest pê bû.
BioNTech û Pfizer qonaxa 2/3 ya testên klînîkî yên cîhanî dane destpêkirin da ku bandora vaksîna COVID-19'ê li ser jinên ducanî binirxînin.
BioNTech diyar dike ku vaksîna mRNA'yê ya COVID-19'ê ji hêla beşdarên lêkolînê yên di koma temenî ya 12 û 15 salî de baş tê tehemûlkirin û bertekeke antîpotîzmê (Antîbodiyê) nîşan dide ku dikare ji berteka antîpodê ya bihêz a kesên vaksînebûyî di navbera 16 û 25 salî de çêtir bixebite.
Ajansa Dermanî ya Ewropî (EMA) van nûbûnên jêrîn dipejirîne: Viyalên bi vaksîna COVID-19-mRNA'yê helandî û renînebûyî yên COMIRNATY® mRNA'yê dikarin di pileya 2-8° C de heta mehekê (31 roj li şûna 5 rojan) bên ragirtin.
Vaksîna COVID-19'ê ya mRNA'ya BioNTech'ê ji aliyê Komîsiyona Ewropayê ve ji bo pêşîlêgirtina COVID-19'ê li xortên 12 heta 15 salî bi şert tê erêkirin.