Vîrusa nû ya korona ku jê re SARS-CoV-2 tê gotin ji malbata vîrusa korona ye. Taybetmendiya wê ya berçav, xuyangiya wê ya tûj û tac-vê ye (korona bi latînî tê wateya tacê). Ev vîrus bi biyolojîkî bi patojenan MERS ve têkildar e (MERS-CoV) yan SARS (SARS-CoV) ku dikare bibe sedema iltîhaba giran a rêyên nefesê. Wekî din, vîrûs korona yê din hene ku bêyî ku bibe sedema nexweşiyek giran dibe sedema enfeksiyonên mîna grîpê. Ji aliyek din ve, grîpa rastîn, ji ber vîrusa grîpê çê dibe.
Piştî enfeksiyonê bi navînî 5 heya 6 roj û heya 14 rojan jî, yek an jî çend ji van nîşanên jêrîn dikarin pêk werin:
Nîşaneyên din ên hevpar ev in: Êşa qirikê, bên tengî, serêş û êşên laş, windabûna meyla xwarinê, kêmbûna kîloyan, bêhnvedanê, êşa zik, vereşîn, zikêş, zikçûn, pirzikê çermî, girêkên lîmfê yên werimandî, bêyalbûn û xewûyîbûn.
SARS-CoV-2 dikare di pergalên cûrbecûr ên laş de bibe sedema nexweşiyên giran. Nexweşiya ji ber vê vîrusê çêbûye wekî vîrusa korona ya 2019 an bi kurtasî COVID-19 tê gotin.
Ev pergalên laşî dikare di vê nexweşiyê de bikeve bin bandora SARS-CoV-2:
SARS-CoV-2 gelek nexweşiyek tevgir e. Eger tenê hejmarek hindik mirovan li dijî SARS-CoV-2 bêne vaksîne kirin, vîrus dikare pirtir belav bibe. Eger hejmarek zêde ji kesan vaksîne bibin, bûyera ku jêre parastina garankî tê gotin, tê biqewime. Wê hingê dibe ku vîrus xirabtir belav bibe an jî qet belav nebe.
Bi pêkanîna vaksînê hûn ne tenê ji xwe, belkî ji kesên derdora xwe ku nikarin vaksîne bibin, diparêzin.
Ji bo ku bigihîje armanca ewlehiya garanî, pêwîste ku di navbera 60 û 80 ji sedî yê hemwelatiyan hewce be ku hûn werin vaksîne kirin.
Lêbelê, daneyên ji Îsraîl, ku niha zêdeir ji %50-an ji nifûsa vê vaksîne bûne, nîşan dide di kesên vaksînebûyî de kêmbûnek berbiçav di enfeksiyonên SARS-CoV-2, bêy nîşan û bi nişan li gorî kesên ku vaksîne nebûne, heye. Van daneyan îşaretên destpêkê ne ku nîşan didin ku kesên vaksînebûyî kêmtir dibe ku xwe û yên din tûşî bikin. Lêbelê, daneyên wusa heya niha bi sînor in û ji bo hemî vaksînan neberdest in.
Loma şopandina rêzikên AHA + A + L (parastina Dûrahiyê û şîretên paqijiyê, bikaranîna maskê di jiyana xweya rojane de, bikaranîna bernameya hişyariya korona û hewakişandina odeyê) hîna jî girîng e da ku rîska enfeksiyonê ji bo kesên ne-vaksînebûyî nizim ragire.
Kesên vaksînebûyî bi avayekî kêrhatî li dijî nexweşiya COVID-19 tên parastin. Hê ne diyar e ku parastina bi sedema vaksîneyê piştî Vaksîneya COVID-19 dê çiqas dom bike. Ev jî sedemek din e ku girîngiya şopandina rêgezên tenduristiyê û dûrbûna xwe ji aliyê kesên vaksînkirî nîşan dide.